Van roja fêsbûk ji min hezdike


1 قراءة دقيقة
29 Nov
29Nov



Van roja fêsbûk ji min hezdike

Sipas fêsbûk ji bo vegerandina helbesta min

 ya ji bo serkeftina refrendomê

‏‎‏Sipasnameyek bo serokê tekoşer 

Mesûd Barzanî û pêşmergeyên qehreman

‏‎‏ Bi dil û coş serokê min
‏‎‏Silavan j'te re rê dikin
‏‎‏Dilxweşiya te dixwazin
‏‎‏ Serkeftinê pîroz dikin
‏‎‏
‏çiyayên kurdistanê tev
‏‎‏Bi navê te va bang dikin
‏‎‏Stêrkên geş li ezmana
‏‎‏Navê pêşmerge li xwe dikin

‏‎‏Vane dayikên şehîdan
‏‎‏Bi vîna te xwe tund dikin
‏‎‏Ciwan û pîr û kalên me
‏‎‏ Bi navê te dil geş dikin

‏Silavên germ serok Mesûd
‏‎‏Bi coş ji te re rêdikin
‏‎‏Te sozek dabû gelê xwe
‏‎‏ Va soza xwe win bi cî dikin

‏Îro dîlan û şahî ye
‏Serkeftin a giştpirsî ye‎
‏‎‏Îro jiyan û xweşî ye
Serxwebûn e ,azadî ye

‏‎‏Silavên germ serokê min
‏‎‏Ji dil û can em l’te dikin
‏Bi dilxweşî û dilgeşî
‏‎‏Sipasiyên xwe rêdikin

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٢‏ شخصان‏، و‏‏‏حشد‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏‏




03Jan
03Jan