Narîn Omer : di 10 salên dawî de Pirtûkxaneya Kurdî dewlemend bûye


3 قراءة دقيقة
21 Jul





Berhemên Wêjeyî bandorê li rewşê dike û jiyanê vedibêjîne da ku em karibin raman bikin an jî wekî rastiyek li pêşberî xwe bijîn, lê dibe ku ev rol li gorî baweriyên rewşenbîr û nivîskar û rexnevan be ên dûr û dirêj di xeyalên xwe de erênî an negatîf berheman radestî mirovan dikin.
Here li vir bi rastî rola wêjeyatê û bandora wê di heman demê de, dihêle şopîner û xwendevan bihizrin û di wê kêliyê de bijîn mîna ku serpêhatiyan bi wan re çêdibe. Berhemên edebî ne tenê ji bo xweşiyê ne, lê di heman demê de ji bo xurtkirina baweriyê jî. Çi çîrok, helbest, û roman û hwd ew bandorek veşartî li ser hestên mirov dike, weku mînak di warê Netewî de.
Heger wêjeyatî ne hatibe bikar anîn wisa wê kurd ji netewa xwe dûr bibe, ew rola xwe dilîze bi tevahî.wêjeyatî bo Kurdan bû hevgirtinek asê û bengehek durst û bandorek baş li ser kurd û civakê kir, û bi rengek hunerî, ne xav û sist. Li ser vê mijarê em ê hevpeyvînê di gel nivîskara 
navdar Narîn Omer bikim.


Birs1 _ Bi rêz tu dikarî me bi xwe bidin

 ?nasîn

 
:Ez herdem dibêjim

Di rojeke nasîn û nenas de malzaroka dayika min ez spartî beheşta sing û berê wê kirim, li bajarê Dêrika rengîn li Rojavayê Kurdistan. Min ji şîrava dilovanî û pakmendiya wê çîçekên evînî û bawermendiyê afirandin heta îro jî ez wan di dilê derdorên xwe û jiyan û mayîna xwe û gelê xwe de diçînim û belav dikim.
Min qûnaxên xwendina xwe li bajarê Dêrikê bi dawî kir, û piştre ez derbasî zanîngeha Dîmeşqê bûm, beşê wêjeya erebî û sala 1995an min Bawernameya bilind wergirt. Min 30 salan karê mamostetiyê li dibistanên Dêrikê û derdorên wê kir.
Ez dayika sê ferîşteyên gerdûnî me û du neviyên min jî hene.
Mixabin ji encama bûyerên li welêt çêbûyîn em li pêlên penaberiyê siwarbûn û me berê xwe da welatên biyaniyê û niha em li Elmanya dijîn, lê ez 
karê wêjeyî û toreyî berdewam dikim

Birs 2 _Nivîsandina helbestan ji hêla jinekê ve di civaka me de tiştek  ne ewqas diyar bû, ji kengî ve te dest bi

?! nivîsandinê kir
_

Belê tu rast gut, di dema min dest bi nivîsînê kir hijmara nivîskarên jin û mêr jî pir kêm bû û sedemên vê tiştê pir bûn, lê tevî vê rewşê ez derbasî hola nivîsîn û wêje bûm di temeneke piçûk de. Ji ber ku şansê min hebû ez di malbateke rewşenbîr û weltperwer de çêbûm. Birayê min yê mezin nivîskar û helbestvan e "Adil Omer Seyfedîn" û kurxal û kurmetê min jî. Ew xwendevanên jîr bûn di wê demê de û xwendevanên zanîngehê bûn. Herdem civat û şevbiwêrkên wêjeyî û konevanî li mala me dihatin lidarxistin û min li wan guhdar dikir. Min pir sûde ji Pirtûkxaneya malbata xwe wergirt ji ber ku pirtûkên curbicur têde hebûn û min ji piçûkanî ve dest bi xwendina wan kir. Çi pirtûk û  rojname û kovar bi dest min diketin min ew dixwendin û dema malbatê ev guhdan diyar kirin wan bixwe berê min dan nivîsînê

Birs 3_.
 Fêrbûna zimanê Kurdî ne hêsan bû, ?li ku û kê alîkariya te xwe fêr kir


*-Helbet weku min diyar kir bandora malbatê û guhdana wan bi ziman û floklirê me û pirtûkxaneya di mala me de ya ku ji hemî babetên pirtûkan xemilandî bû û yên bi zimanê kurdî jî pir bûn. Lê bandora herî giring û alîkariya herî mezin ji aliyê xwîşka min Perîxanê "Perî" bû, ji ber ku wê xwe fêrî tîp û xwendina kurdî kir û em jî fêrî ziman kirin. Ew gav bi gav bi min re bû û hezkirina xwendina dibistanê û nivîsînê û wêje 
di dil û hişê min de çand.

Birs _4
 Em dizanin ku pirtûkên te hem di helbest û hem jî di romanan de hene? Gelo tu dibînî ku romana kurdî ji ya berê bêhtir ketiye 

?!qonaxek serfiraztir 


Belê 10 pirtûkên min yên çapkirî hene û ji wan 4 romanên çapkirî. Berî 30 salan min romana yekem nivîsand lê beriya çend salan min ew çapkir ji ber ku nivîsîna romanê ne hêsane. Di van 10 salên dawî de guhdana nivîskarên me bi romanê pir bûye û ew gavên baş davêjin. Ev gav pîroz û giring e lê nivîskarên pêşîn bingeheke asê û xurt ji avakirina romana kurdî re avakirine. Cudabûn dinavbera romana berê û niha de heye ji ber ku çax û dema jiyanê hatiye guhertin, û bandora şoreşa teknelocî li wan diyar e. Ez bi bawer im demeke baş ji me re divê da ku romana me bigihê asta bilind tevî ku ew cihê rêzgirtin û serfiraziyê ye.

Birs _ 5
Li gorî te pirtûkxaneya Kurdî dewlemend bûye, bi awayek 
din , ew gihiştiye asta bilind, nemaze li Kurdistana

? Sûriyê


Belê ew dewlemend bûye nemaz di 10 salên dawî de piştî bûyerên li welêt û li rojhilata navîn çêbûyîn. Berî 2011 nivîskar û wêjevanên me kêm bûn û ser tiliyan dihatin hijmartin û pirtûkên çapkirî jî kêm bûn nemaze bi zimanê me yê kurdî. Nivîsîn û axaftin bi zimanê me qedexe bû û gelê me bi tirs û saw dijî û hijmareke kêm û hindig ji wan nêzîkî hola nivîsandin û konevanî û hunerê dibû. Piştî van salan hijmara wan pir bûye û xwendevanên ziman jî pirbûne.
Lê ez dibînim pirtûkxaneya me ne gihaye asta bilind û demeke baş ji me re divê. Piştî van bûyeran hijmareke pir mezin derbasî hola nivîsîn û huner û wêje bûne, û ji ber ku rexnevanên me nînin û dezgehên me yên taybet nînin ku berhemên wan binirxînin û yên baş û çewt ji hevdû cuda bikin wê pirtûkxaneya me di asta normal de bimîne.

Birs _6-
Diziya wêjayî li hemî welatan û di hemî civakan de hevpar e, lê di nav Kurdan de saziyek fermî ku bişopîne tune. Ev ji

?! bo te tê çi wateyê


*- Diziya wêjeyî celebeke pir zor û çewt e û weku we diyarkir me saziyên fermî nînin ku bişopînin û mafê nivîskar û berheman biparêzên. Gelek caran berhemên min hatine dizîn û min nekarîbû tiştekê bikim. Ev karê şaş pir giran û zor e ser berhemdar ji ber ku ew guvaja hest û ramanên wî ne. Ew guvaja salên dirêj ji ked û xebata wî di warê nivîsîn û lêkolînê de ye. Em bihêvîne ku dezgehên me yên fermî û berpirsiyarên wan li ser vê babetê rawestin û mafê berhemdar û berhemên wî biparêzin da ku çand û tore û wêjeya me serkeftî û di asta bilind de bimînin.

Birs _7-
Rewşenbîr wekî zimanê gelê xwe tête nasîn, lê mixabin, heta li ser rewşenbîran bandora siyasetê heye û li bi teybet li Kurdistana Sûriyê çend sendîkayên nivîskaran hene, ev pirsgirêk çawa

? dikare ji holê were rakirin


Raste, rewşa me kurdan wisa ye. Ne hemî sendîke û rêxistinên me yên rewşenbîrî û wêjeyî bi partiyan ve girêdayî ne. Lê em dikarin tekez bikin piraniya wan wisa ne. Di nêrîna min de sedema herî giring ewe ku bêhtirîn kesên derbasî hola nivîsîn û wêje bûyên di van salên dawî de nemaze yên temenê wan mezin bûyî berhemên wan di pîvanên wêje û rewşenbîriyê de nayên pîvan. Wan piştî van bûyerên li welêt çêbûyîn dest bi van karan kirine, û hema dixwazin di demeke kurt de bigihin asta bilind ji navdarî û serkeftinê bi çi şêwe û awayan be xem nake. Hin kesên partîzan hene piştgirtiya wan dikin da ku ew ji wan û partiyên wan re kar bikin. Ji aliyeke dî ve çend kes ji wan hene ne bi partiyan ve girêdayî ne lê ew keysebaz in û dixwazin armacên xwe pêkbînin heta ku di rêyên nedurust re jî be.
Ez dibînim em dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin dema em derfetê bidin kesên xwedî dîrok û xwedî kar û xebat di warê çand û huner û wêje de. Ew werin sazî û yekîtiyên rewşenbîrî û çandî ava bikin li ser bingeheke rast û durust û nifşên nû ji keç û lawên me himbêz bikin û rêk û pêkên wêje û çand û hunerê li pêş wan ronî bikin.

Birs_8-
 Li gorî te rewşenbîrên Kurd û Nivîskar di vê qonaxa hestiyar de di asta pêwîst de

? bûn


Belê hijmareke baş ji wan di vê astê de bûn, lê ew bi tevahî negihane asta pêwîst. Weku min di bersiva bûrî de gut: pirbûna kesên me yên derbasî hola wêje û rewşenbêriyê bûyîn bê şert û merc û pîvan pirsgirêk çêkirin. Ez ne dijî piraniya nivîskar û rewşenbîran me, lê belê ez dibînim ku kesên van şert û mercan dixwe de nebîne bila xwe nede pêş û nebe kelem di rêya pêşketina wêje û çanda me de. Bila ew binivîse û xwe pêş bêxe lê hêdî hêdî û gav bi gav.
Birs _9-
 Heya em di pêşerojê de rola rewşenbîrên Kurd ên li civak û Siyasta Elmaniya bibînin û guherînek hevseng bi

? serûber bikin


 Di nêrîna min de ev bêhtir bi xort û ciwanên me ji keç û lawan ve girêdayî ye. Ew bi lêz û hêsanî fêrî zimanê Elmanî dibin û dikarin xwe û nivîkar û rewşenbîrên temen mezin û çand û wêjeya me bi gelê Elman bidin nasîn. Pir baş e xortên me bi kesên berhemdar re alîkar bin û bibin wergervan ji wan re bi taybet kesên ku nekaribin fêrî zimanê elmanî bibin.

Birs _10-
Em di warê nivîsandinê de kêm caran ciwanan dibînin.Li gorî te sedem çi ye, tevî peydakirina gelek dezgehên ku bi Zimanê dayikê

? dinivîsînin


 Sedema yekem ewe ku ciwanên me bêhêvî mane ji tevgera me ya konevanî û dezgehên me yên rewşenbîrî çandî û ji rewşa gelê me bi tevahî. Pêşiyan nakarîne bingeha asê û xurt di van waran de ji wan re çêkin û pêkbînin. Ew behitî mane ji keysebazî û kedxwariya beşeke mezin ji navdarên me yên kevin û nû. Divê em hemî alîkar bin û kar bikin da em dezgehên nû çêkin û baweriya ciwanan bi tevgera kurdî ya konevanî û wêjeyî û rewşenbîrî bînin û vegerînin.

Birs _11-

Gotina dawî tu çi dixwazî

?! bêjî


*-Ez serkeftinê ji we û karê we re dixwazim û qefdek kulîlkên spasî û dilsoziyê diyarî we dikim û bihêvîme ku ez li gorî baweriya we bimînim.



03Jan
03Jan