Li gundê me


1 قراءة دقيقة
31 Mar

Lukman Sileman


Li gundê me

 Hemê ne dizanî, wê çawe xwe bighîne Sînem ê, û agirê di dilê xwe de vemirî ne. ne rojê wî rojbûn ne şevê wî şevbûn, teyê bigota Hemê bi êşa zirav ketiye. Hemê roj bi roj lixwe dişkand, bi ser hev de weka mûma di bin agir de di heliya.
Sînema çav kesk ji ber çavê Hemê neçû, çavê xwe digirt Sînem li ber çavê wî bû, vedikir li ber çavê wî bû. Heroj Hemê ji xwe re digot: vê carê ez wê bibînim, ez ê hezkirina xwe jêre hişkere bikim çi dibe bila bibe. ez nema dikarim xwe bigrim, heger wiha herê ez ê bi behicin ji qehrê wê?
Çend cara Hemê xwest ji diya xwe re bêjê lê, çi cara Hemê keysa xwe li gotinê xweşkir, da ku ji diya xwe re bêjê, tedî mêvanin hatin, yan bavê wî da ji derî ve. Hemê gotina xwe diqurmiçand, bi rûyekî tirş ji malê derdiket. Carana jî Hemê ji xwe re digot: başe ku min ji diya xwe re got: dibê ku ji min bi pirsê ma te devê keçikê dîtiye yan na, ka ez ê çi jêre bêjim?
Dema ku tanî bîra xwe wê diya wî vê pirsê jêbikê dikete hev de, diya wî gelek cara çîroka xwe û kur mamê xwe jêre gotibû, çawe wê ji kur mamê xwe hezdikir û ji wê webû ku, kur mamê wê jî, jê hezdikê, ta ku rojekî bihîst wa kur amê wê keçika cîranê wan Henîfa ji xwe re xwestiye.
Ji wela Hemê ji xwe re digot dêmek ya rast ez pêşî devê Sînem bibînim, ka wê çi bêjê, heger got; erê ez ê wê demê bi degelî ji diya xwe re bêjim lê, heger Sînem ê ji min re got: tu wek birayê min î, ji xwe hewce nakê, ji diya xwe re bêjim?
Hemê ne dixwest gotina ez tu wek birayê min î bibihîze, dema ku ew gotin dihate bîra wî wek marek bikeve nav cilê wî, wisa dixwest bilez ew gotin ji mejiyê wî derkeve. Hemê ji bo Sînem ê ji gulîlika Sînem ê, hezkir, her ku buhar dihat, Hem ê weka nêçîrvanê pezkoviya xwe berdida wê beriya dora gund û li pinê giyayê Sînem ê digeriya.
Dema ku Hemê çav li giyakê Sînem ê dikir bihna wî fere dibû, weku tiştek xwe winda kir be û bibîne, wisa rûyê wî vedibû, tevzînok bi laşê wî de dihatin, hestên wî bilind dibûn, teyê bigota qey Xwedê nû da duniya yê. Hemê gelek şeva Sînem di xewna xwe de didît, wa destên wa di destên hev deye, wê ji xwe re li qelaçê dora gund digerin, Hemê jêre digot: dema ku min ji te hezdikir beriya ji tere hişkere bikim, caran dihatim li van çola li vî giyayî digeriyam bihna min pê derdiket.
 Sînem ji kena sor û şîn dibû, destê xwe li milê wî dida jêre digot: er ê madem te wisa ji min hezdikir çima te ji min re ne digot?




Li gundê me
Sînem keçek çarde salî bû lê, ji dûr ve mirov digot temenê wê bîst salin.
Sînem xwîşika sê bira û çar xwîşikan bû lê, mirov yeqîn ne dikir ku ew xwîşika wa ye, Sînem pir lihev hatî bû, çavên wê kesik bûn, mirov xwe di çavên wê re didît, çavin vekirî girover ji dûr ve biqasî deriyakî xuyadikir hinarkên rûyê wê weka du sêvan bûn, qirika wê dirêj wek parçek berif dema ku hinar dixwarin di boxaza qirika wê re xuyadikir, her mirov dixwest lê, binêre.
Sînem jineka dirêja mêranî bû, pora wê lib libî dirêj xwe li kabûkan dida.
Diranê Sînemê wek liba birincê qereşdaxê bûn yek ji yek ne dirêjtir nejî kintir bûn, heger mirov Sînem bi dîwarekî ve bikira wê kesî yeqîn nekir ba ku ew mirov, wê bigotan şêwekarek ji xwe re li ber rûniştiye û ji dilê xwe re çêkiriye tubî kêmasiyên wê ne bûn.
Dema ku Sînem dimeşiya himên û gomên diket deverê, sibhan ji navê Xwedê re çiqas sipehîtayî dayê, hema periyek ji periyên Xwedê bû daketî ser rûyê erdê, her ku çavê wê û Hemê bi hev diket weku deh tîr li dilê Hemê bikevin
 Domahî heye

03Jan
03Jan