Li gundê me


1 قراءة دقيقة
07 Apr
07Apr

Lukman Sileman


Li gundê me
Hemê ji xew hilçenî dî ku va di xwêdanê de maye, tê bêjê qey te li kaniya gund hilaniye, li dor xwe meyzand kes tune ji xwe re got: xwezî ez vê kêliyê jî ji xew şiyarne bûbam.
Hemê di xwe re ne dît ji ser nivînê xwe ra be, li ser nivînê xwe ma rûniştî çend keser ji kurahiya dilê xwe kişandin, bi xewna xwe ramiya ji xwe re got: piraniya cara xewnê min rastin, dibê ku bi rastî jî Sînem li hêviya min be ku ez jêre bêjim?
Da xwe rabû çi li ber pencerê sekinî, li celdê meyzand, celdekî xir û xalî, ji çend mirîşikên ku li ber dîwarê pêşberî wî, di nav axê de erd dixepartin tiştek nebû. Her sê mirîşka bala wî kişand, yekî jê niklê xwe dixist nav pirtikê xwe û derdixist weka li tiştekî digera, yadî bi lingê xwe ax dixepartin û bi nikilê xwe li nav digeriya, Hemî li ber pencerê wiha maye sekinî û bi baldarî li wan guhdardike, ji nişkê ve mirşîk li piya sekinîn, Hem ê jî di odê de veciniqî, çavê xwe bi vir de wir de gerandin, dî wan dîkek ji serê celdê ve tê, xwe ne pixaniye pirtikên wî gijbûne komberîka wî ji xwe sor bû lê, hîn sortir bûye. Dîkek sipî û girse singa wî gazekî li pêşiya wî dimeşe, bi vir de wir de li dora xwe dimeyzîne weku pakiye ji kesî nake, wisa ji bawer bi gavin giran ber bi wan tê.
Mirîşka xwe veweşand, ew axa dinav pirtikên xwe de weşandin, ax ber bayê çû, mirîşk bi dûr xwe ketin weku xwe amadedikin ji şahiyekî re. Mirîşkek sor di nav wan de bû ji teva bihtir li xwe miqatebû, sê yan çar zilik bi dûvê wê ve bûn, sê çar carî dûve xwe vir de wir de hejand lê, ew zilik ne ketin, xwest nikilê xwe bavê wê wan lê, nikil negiha wan. Her serê kêlîkî li dîk dimeyzîne weku dixwazê wan ji ser dûve xwe bavê jê beriya dîkê sipî bighê ceem wan. Hemê beşişî weku wî jî mexseda mirîşkê naskir. Mirîşka sor dihna xwe dayê wê dîkê sipî bighe hîn ew bi zilikên ser dûvê xwe ve ye. Diyar bû ku tubî çare ji wan zilikan re nedît ji bilî ku xwe bi dîwêrr bi heskîne. Mirîşka sor serê xwe rakir li dîk meyzand dî ku hîn çend gavek di nav bera wan de maye, bilez bi şûn de çû ta piştaa wî li dîwêr sekinî û dûvê xwe bi dîwêr heskan zilikê wê ketin, pêlwan kir û hat di cihê xwe sekinî lê, nîşanê mêtiyê li ser rûyê wê ji dawwiya gund xuyadikirin. Mirîşka sor çengên xwe bi devrûyên xwe de anîn, pirtikek li çavê xwe da weku çavên xwe kilbike, bi çagê dî çend pirtik li golîka xwe da û di cihê xwe de masekinî.
Dîkê sipî bi devekî li ken hat li ber wan sekinî li wan meyzand ji ser ê wan ta bi lingê wan yek bi yek weku wan sextî dike. Biqasî çariyek kêm zêde dîk wisa li pêşiya wan sekiniye û li wan di meyzîne, dawî çengê xwe yê çepê bilind kir û danî ser milê mirîşka sor. Şermî û şahiyê xwe li rûyê wê pêça, çengên xwe li hev siwarkirin û di nav kulanê gund e winda bû.
Dema ku ew ji ber çavên Hemê winda bûn weku ji xewek giran rabe hate ser ê xwe bi tepa û ji xwe re got: ez weka dîkê sipî jî nayên?
Bi soza Xwedê ez vê carê Sînemê bibînim ez ê jêre bêjim û çi dibe bila bibe.
 Domahî heye



03Jan
03Jan