Li gundê me çîrokek folkilorî


2 قراءة دقيقة
05 Jan
05Jan

Lukman Sileman


Li gundê me
 çîrokek folkilorî

 
 Luqman silêman

Hisên xortekî ziravî dirê jî çav şîne, li hevhatiye minrov gunehdikê li bejin û bala wî binê re, nû serê simbêlê wî derdikevin, çav li dere. Xortên çav li der mêra diser xwe re nabînin.
karê Hisên ji nêçîre pêve destê xwe li ava serûgerim nedaye, çimkî ew delalê malê ye. bavê Hisên kur nebûn ji Hisên pêve, lê çend xwîşikê wî jê mestir hebûn, jêre digotin tu wek hêka qidkêyî.
Bavê wî di xwest ku wî bijin bikê lê, Hisên xwe ne dida ber anîna jinê, çiqas ku bavê wî û diya wî xwîşikên wî jêre digotin lê, wî xwe ne dida ber.
Hisên ji xwe re di dît ku nêçîr van bê, li çiya, deşt, newala nêçîra xwe bikê ji roj hilat ta roj ava û carna Hisên şev derjî dima. Hisên bi jiyana xwe ya bi wî rengê gelek razî bû.
Rojekî Hisên bi bang dana dîkan re hespê xwe ji axura deware derxist, ew girê da xurcezîna xwe tijî xwarin kir, tivinga birno da milê xwe, xencera xwe xiste ber xwe de û xatirê xwe ji maliyên xwe xwestin, ji wan re got: dibê ku ez çend rojan venegerim?
Hisên ji gundê xwe der ket wek her car çiya newel deşt li hev didan dem buhare çol xweşin ji xweşiya wê mirov têr nabê, nexasim yekê weka Hisên ku mereqa wî nêçîr be. xwediyên pez jî derketne buhariya, pezê xwe birine konê koçeriyê li wan mêrgan vedane. Çavê Hisên bi kona ket lê, ew xwediyê kona nasnakê nizanê ew kon yê kîne.
Hisên berê xwe da kona ji xwe re got: ez li cem xwediyê van kona domekî bihna xwe berdim.
Dem ku Hisên kete nava kona çavê wî bi keçikekî ket lê, çi keçe Xwedê yo mirov ji çavê xwe bawernake ku ew mirov be, tê bêjê qey şêwekarek li ber rûniştiye û ji dilê xwe çêkirye wisa li hev hatiye. Bê pesin mirov şerim dike lêbinê re, bejnek zirav û dirêj çavin reşî girover poreka qemer keziyên wê li biniya kabokên wê disekinin.
Hisên ne bidilekî bi hezar dilî, dil ketiyê. Dema ku Keçik çav li Hisên dike ew jî bi wê hezkirinê dil dikevê wî. Herdûka domekî bi çavê evîniyê li hev meyzandin weku tîr li dilê wan bikevin, damerê dil liviyan rûyê wan sor bû çav keniyan. Wisa herdû di cihê xwe de mane sekinî li hev dinêrîn, Hisên dixwest jê bi pirsê ka ev konê kîne, hûn ji kûne lê, zimanê wî di devê wî de bibû dar, ta ku keçikê rêya xwe girt û çû.
Hisên diciyê xwe de maye sekinî nema zanê wê bi kûde herê û çawe zanibê ev keçik kîbû, keça kiye navê wê çiye..?
Hisên diciyê xwe de ma sekinî ramanekî ew bir yekî ew anî ji xwe di pirsê gelo ev xewin bû yan ev rastî bû, ev keçik bu yan ev ecinîbû?
Hisên bi xwe re ketiye kefte leftê wê çawe xwe ji vê rastiyê û ne rastiyê derxê nizanê. kabê Hisên çiqasî li wir sekinî ma, ew nizanê mirovek ji nav kona derket dît va siwarek li wir sekiniye, wî mirovî berê xwe da Hisên xwest nasbikê ka ev kiye li nav konê wan sekiniye.
Wî mirovî bakire Hisên birazî birazî?
weku Hisên ji xwenekî şiya bibê, li xwe zivirî dî wa mirovek navser ji nav kona ber bi wî tê û pêre daxivê.
Hisên lê vegerandgot: belê ez benî.
wî mirovî jêre got: diyare tu ne ji vê êlêyî tu biyan xuyadikê?
Hisên jêre got: belê ez biyanim ne ji vê hêlê me, ez ji xwe re li nêçîrê di gerim û di nav konê were derketim.
Wî mirovî jêre got: ser çava hatî deka ji hespa xwe dakevê vêga niha tu westayî? dilê Hisên lê, da keyfa wî bi gotina ji hespê xwe dakeve hat, rabû ji hespê xwe daket da dora zilam.
Zilam ew bire mala xwe ji xwe re rûniştin ketn axavtinê ji aş û bajar anîn her yek ji wan dixwazê yê dî nasbikê, Hisên jî dît ku ev firsendeke ku xwe pê bide naskirin da ku karibê di rêya wî re xwe bighînê wê keçika ku tîrek ji tîrê evînê li damarê dilê wî dayî. Hisên çiroka xwe ji xwediyê malê re got çawe ew tenê di mal deye, pinc xwîşikê wî hene di xwazin ku wî bijin bikin lê hê wî yeka bi dilê xwe nedîtiye û çar demê salê ew li nêçîrê ye.
Hisên di dawiya şevê de ji xwediyê male re got: min îro keçek li nav konê we dît ne bi dilekî bi hezar dilî, ez dil ketime wê keçê lê, ez nizanim ew kiye û navê wê çiye û keça kiye?
Xwediyê malê jêre gote: Hisên ka ji min re nîşanê wê bêje ez ê wê naskim?
Hisên nîşanê keçikê jêre gotin xwediye malê ji Hisênre got: ev jêre dibêjin Xana gergerî, ew jî weka te hîn tu mêra çavê wê danegirtiye, tu maqûl û axa û mal dare vê hêla me neman ku nehatin Xanê lê, Xanê qîma xwe bi kesî naniye.
Hisên gote: xwediye malê ez soz didim li ber destê Xwedê ku ez jinê neymin ji Xanê pêve lê, divê tu arî min bike?
xwediyê malê jêre got: heger ku dilê Xanê li ser te hebê ez ê arî te bikim.
Hisên jêre got: ez dixwazim gotina Xanê bibînim, ji te dixwazim tu qasidekî bi navê min bişînê cem Xanê ka ew çi dibêjê?
Xwediye malê qasidek şande cem Xanê. yê qasid çîrok ji Xanê re got: Xanê ji yê qasid re got: weku ez ketime dilê wî ew jî ketiye dilê min, ez soz didim ez mêra nekim ji wî pêve?
Yê qasid hat ji Hisên got; Xanê soz da ku mêra nekê ji te pêve?
Bihna Hisên fere bû, pişta wî rast bû, wê şevê li mala Hecî Xalid ma lê, wê şevê ji eşqa çavê Hisên ne ketin ser hev.
Roja dî Hisên bibang dana sibêre xatirê xwe ji Hecî Xalid xwestin jêre got: ez ê herim ji maliyên xwe re bêjim da em werin Xanê ji xwe bixwazim.
Hisên nizanê wê kengî bighê mal, da ji bavê xwe re bêjê va min yek ji xwe re dîtiye, divê hûn herin ji min re bi xwazin. birê de pez kuvî, xezal, kîvroşk, ji pêşiya Hisên bazdidin lê, nema Hisên guhê xwe didê nêçîrê jî.
Hisên giha mal ji dê û bavê xwe re got: min yek ji xwe re dîtiye divê hûn herin wê ji min re bixwazin îro berî siba?
bav û dê jêre gotin; kiye ji kûye keça kiye ji çi êlê ye?
Hisên ji wan re got: Xana gergeriye, konê wan li filan derê ne.
Di mala Hisên de bû şahî xwîşikê wî, dê û bavê wî gelek şabûn keyfa wan hat.
bavê Hisên qasidek şan de cem bavê Xana gergerî ji wan re got: heger hûn rêya mala xwe bi din me, em ê werin ser cilka we rûnin?
lê mixabin bavê Xanê rê neda ji wan re got: ez keça xwe nadim?
dema ku Hisên bihîst bavê Xanê rêya mal xwe neda da ku herin Xanê jêre bixwazin weku birûsk li serê wî bikevê, ji kûrahiya dilê xwe êşiye, weku gerdûn lê were hev.
Hisên ji bav û diya xwe re got: min soz li ber destê Xwedê û pêxemberê wî da ye ne Xanê bê ez jina neyînim, ger ku ez sed salî bi mînim bê jin?!
piştî demakî bavê Hisên cardî qasidek şande cem bavê Xanê, lê carekdî rêya mala xwe neda wan, bê ku sedemekî ji wan re bêje. piştî çend carî ku bavê Hisên qasid şandin û her bavê Xanê rêya mala xwe ne dida ku herin keçikê ji Hisên re bi xwazin.
Hisên ji bavê xwe re got: ez ê Xanê birevînim çi çê dibê ber bibê!?
Hisên berê xwe da hêla gergeriya, atax li pêşiya xwe şandin cem Xanê, da ku biriya Hisên bigêniyê û ew jî xwe amadebikê ji revandinê re. yê atax di navbera wan de çû û hat ta ku herdû gihandin hev ji derveyî kona û Hisên destê Xanê girt, û berê xwe dane hêla mûsereşa, birê de li wa bû şev, Hisên gote: Xanê va şikeftek li qûntara vî çiyayî ye em ê îşev tê de bin, em nema xwe li ser pişta hespê digrin û sibî em ê berê xwe de herin?
Xanê jêre got: tu dizanê, herdû wê şevê man di wê şikeftêde sibî Hisên gote: Xanê de tu li vir be, ez ê derkevim derê şikeftê binêrim ka bê kes li dûv me nehatiye, da em herin?
Xanê got: dehere, Hisên derket derê şikeftê li wan dere dinêrî, qêrînî bi Xanê ket, ji dawiya şekeftê?
Hisên bi bazdan li Xanê vegera, çi bi bîne, va zihakî mara Xanê xistiye devê xwe de û wê dadiqurtînê, û Xanê dike hewar!?
Hisên rahişte tivingê û berik bire ber lê, li xwe vegera got: dema ku ez berdimê mane wê Xanê jî were kuştin?
Hisên tiving danî û rahişte xencera xwe, xiste lixaba wî marî û mar Xanê dadiqurtînê, her ku mar Xanê dadiqurtîne xencer pêre lixaba devê mar diçirînê ta ku ew mar bû di parçe û Xanê bi saxî ji devê mar derxist.
Hisên Xanê li pişt xwe siwar kir û hate gundê xwe, çîroka xwe û mar ji gundiyan re got: gundiya çû ew mar anîn ji bo baweriyê.

Gergerî jî li Hisên û Xanê digeran lê, dema ku tiştê hatî serê Hisên û Xanê bihîstin berê xwe dan çûne mala bavê Hisên jêre gotin: madem Hisên ev mêr e em li we dibûrin,bivî rengî Xanê giha Hisên û ji nûv re herdû eşîra daweta Hisên û Xanê çêkirn û bi hev re ketin govendê

03Jan
03Jan