Li bajarê min


1 قراءة دقيقة
18 Aug
18Aug

Boniye Cegerxwin


قصيدتي
في مدينتي أحبها جدا
حاولت ترجمتها إلى الكردية
مع أنها طويلة لكنها تبدو لي سلسة
أرجو أن تنال إعجابكم

Li bajarê min
Yê ku baran tim lê dibariya
Ewrên binefş bi germî
aso hembêz dikirin!
Gol ji ava baranê
Li kolanan tije dibûn
û li taxa me
Ji zûve ji zûve çemek hebû
Li ser perava wî çemî
darên zeyzefonan radiwestiyan
geya û kulîlk jî، li dorê bela dibûn
Hin sulav ji ronahiya heyvê jî
Tim li wir hebûn
Li bajarê min yê ku
baran tim lê dibariya
Minminîk ji şevê re gîtarek saz dikirin
Da ji evîndaran re awazên tije heza verêsînin
Ji azmên re ewrên bi melodiyên evîndariyê hatine dirûtin nîgar bikin û
Stranek e qereçiyan ku stêrk pêre tim sermest dibûn bibêjin!
Li bajarê min
Yê ku baran tim lê dibariya
Zarok Li kolanan dilîstin, rê digirtin
Bazdidan û dikeniyan
Girnijên dayikan jî wek xunava gulan li ser lêvên şevê dîlaneke germ digerandin
û bi asa û saman
Li bende sipîdê diman!
Li bajarê min , bajarê aştî û evîndariyê
Şev tim bi ronî bûn
Da ku kunc û goşeyên veşartî
Ji evîndaran re ronî bikin û
Zarokên taxê jî, ji xwe re bi qaçûç bilîzin .Bi wan re heyv jî tim dilîst !
Êdî çawa ezê te jibîr bikin Bajaro...û
Tu di hundirê min de tim dijî !
û ez jî di hundirê te de mezin bûme
û min navê xwe nivîsandiye
Gotinên xwe ava kirine
û Li ser dîwarên te
Min xewnên xwe nîgarkirine
Da karibim tim berxwe bidim !
Bajarê min ..!
Bajarê aştî û dilovaniyê
Li min ne bexşîne
ku min ne ji bo zordariyê
te hêlaye û ez çûm e..û
Min bibexşîne ku min
ne li nêzîk û ne li dûr jî
dilgîriya xwe ji te re nîşan daye
Lê îro li mişextiyê
mirov kare bêrî û heza xwe vejîn e !
Min bêrya te kiriye Bajaro!
û bi te ez pir mijûl dibim
Ji payebilindiya te ez hêzê distînim
Xwe tund dikim !
Di hembêza te de ez pir giriya me !
Keniya me û min azarî tev berhevkirine! Gelo hîn tu weke xwe yî!
ronîdarî !
Hîn zarokên taxê weke berê ji xwe re dileyizin!
Hîna heyv her şev bi wan re dileyiz e!
Gelo hîna baxên te tije kulîlk û çîçekin !
Weke berê
tije zarokin!
Min bihîztiye
Dibêjin: Iro li bajarê min
yê ku baran tim lê dibariya
Dev bê deng dibin!
Stêrk xwe dikujin!
Heyv jî dişewite!
Bajrare min îro Jiyan lê ne maye !
Ewr lê ne mane !
Ba û evîn û dilgîrî jî
tev wendane !
Rêçên wê şevreşin
Kolanên wê valane
Dergehên wê tev bê kilît mane !
Ne roj têde he ye û ne heyv
Tenê Li kolanèn wê
Mirov êş,azarî û tirsê dibîne
Na xwe ji min re rastiyê bibêjin:
Raste ku bajarê min miriye!

03Jan
03Jan