Kirim dergûş wê


1 قراءة دقيقة
20 Apr
20Apr

Becare Kobane


Kirim dergûş wê?

Xwîn ji dil kir xûşe xûş
Rî û simêl por kir pûş
L'dergahê te rûniştim
Di dest te da bûm dergûş!

Ew çi vîn bû,bi min ket
Pelek li jîna min ket
Volqan ji dil da derket
Wê da istu yek qawûş!

Wê girtim ez!bi bela
Kirme nava teşxela
J'gotinên qal û bela
Xwe'l jîna min kir çawûş?

Girtîme ez yek melê
Gote:min wê jîn welê
Da çik bike dil j'belê
Qedîme pir dan kelûş!

B.K.19.04.2019 serzorî

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص أو أكثر‏‏

03Jan
03Jan