Hatim


1 قراءة دقيقة
06 Sep
06Sep

Kerîmo Jan Kerim

Hatim
Parastvan û ser kêşim
Bo gelê xwe li pêşim
Çalakvan û kelêşim
Hatim
gîrala yê welat im

Hîmekî çar perçe me
nêv xaka gelê xwe me
Hilgêrê Ala xwe me
Hatim
Gîrla yê welat im

Tîrêjê roka xwe me
Rengê kulîlkê xwe me
Bejna çîya yê xwe me
Hatim
Gîrla yê welat im

Evîndarê jînê me
Pakrewanê dozê me
Wefa darê sozê me
Hatim
Gîrla yê welat im

Egîdê Qorqemaz im
Kemal pîrê çav baz im
Bêrîtana gul naz im
Hatim
Gîrla yê welat im

Mîdî û mîtanî me
Sertacê kelhorî me
Mezlûmê serdemî me
Hatim
Gîrla yê welat im

Çîya bi çîya di gerim
Li bajara serwerim
Li Îmralî rêber im
Hatim
Gîrla yê welat im
Kerîmo

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏شخص أو أكثر‏، و‏أشخاص يقفون‏‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏



03Jan
03Jan