Barîn ji çiqla zeytûnê


1 قراءة دقيقة
15 Apr

Becare Kobane


Barîn ji çiqla zeytûnê

 Tayê porê te ji sîratê
Ez te nadim bi fîrqatê
Termê te yi ku li qadê
 Jê bigrin xweş îbratê!!

 Bila cîhan te bibî ne
Xweş ibretan jê bixwîne
Teres ku arê hilîne
 Bû nîşan li axîratê!

 Keko negrî ev normale
Min can daye bo hevale
Ta nemînin kerr û lale
 Hêdî bes xew li te natê?!

 Bi saxî ev can bi sam bû
Li kesên wek wan heram bû
Hîro ji pîsan re eyam bû
 Ev kiryar ji ola wan tê!

 Ev tev mirûdên umerin
Ew dijminên pêxemberin
Wekî hecac lawê kerin
 Xweda ew dan ji lenatê!

 Ez çi bêjim bê wate ye
Zendevîsta min bi xweye
Hewremezda banga meye
 Kurdo!bike taqîbatê?!

 Kurdo!ev cara dawiye
Dest bi hevdin ew reviye
Va'd gêjgerînkê wer biye
 Çi lewazî rev li wan tê!

 Çayê lêlûn pir hêsane
Pir b'same ciyê şêrane
Miştenûr li pişta wane
 Bang û medet ji xuda tê!

 Barîn wek çiqla zêtûnê
Li wan wek agrê êtûnê
Ji avesta da mizgînê
 Koletî hew li wana tê!

 B.K.03.02.2018


03Jan
03Jan